Diyar BUDAK

Dîroka Gundê Haysivê û Malbata Budê

Diyar BUDAK
  22-05-2020 12:38:00

 Dibêjin heger ku meriv dîroka xwe ne zane dûwaroja xwe jî (nikare  rêk û pêk bike) nizane.

Berê berê malbat, ji ber pirsgirêka erazîyê, ji gundê Mêzgirê Qevaxtepe terikandine hatine li Rîçikê barê xwe danîne. Di vê rêwîtîya de ji ber nakokîyên aşîrtîyê, li nezikî gundê Dawalî yê mezinê malbatê Şah Hisên tê kuştin. Cendikê wî tînin mezre ku lê datînin, Gundê Rîçikê/mezra Budan binax dikin. Li ser gora wî jî kevirekî ku serê beran li ser heye datînîn. Bi wê dixwazin bidin zanîn ku Şah Hisên him merivekî jêhatî bûye, him jî ne kal bîye. Yanê mirina wî bê wext û zu bûye. Bi vî awayî cîyê gora mezinê xwe ji xwe re dikin war.

  Ser kuştina Şah Hisên tê gotin ku, pîrê malbatê Sey Cafir di zevîya xwe de cot dike, piştî demikê diwestê û navber dide cotkirina xwe radizê. Di xewna xwe de dibîne ku marekî sor xwe li talibê wî Şah Hisên pêçaye, di wê demê de jina pîr xwarin anîye bangdike û Seyîd Cafir ji xewna wî şîyar dike. Seyîd Cafir jina xwe re hêrs dibe dibêje, ''te ez ji xewê bêwext şîyar kirim, min xewna xwe tam nedît. Xûyaye ku talibê min di tengasîyê de ye:'' Pîr gayên xwe ji binê nîr derdixine dike pêşîya jina xwe dişîne mal, xwe jî ber bi gundê Qevaxtepê tere. Lê di rê de agahî digire ku Şah Hisên hatîye kuştin.

   Malbata mala Budê cara pêşin li Gundê Rîçîkê mezra Budan cîh bûne. Dura Haysiva Jêrin (mezra gundê Hulman ê), gundê Qilxir û Kotarîcê belav bûne. Ji ber polîtîka dewleta Tirk a ku hebuna gelê Kurd napejirîne navê Mezra me Haysiv bi zimanê Tirkî kirine Hacîyusuf. Lê pir eşkereye ku ji Haysivê kes neçûye Hecê û ew ne ji mezheba Sunîyan, ji mezheba Alewîyan nin. Malbata Budan ji aşîra Hîzolan e, ji ber wê li gundê Rîçîkê rehet cih dibin.

   Heta demekê mezra Budan debara wan dike.[1] Lê dema ku Mala Mehemed, Mala Hisên, Mala Avdila, Mala Kekil û Mala Welî Budê çê dibe, hêjmara wan zêde dibe, mezra Budan hemûyan nikare têr bike Ji ber kêmbûna axê û zêdebûna hejmara mirovan debara malbatê dikeve tengasîyê. Ji bona wê hin malbat li cîyên din ax û çareyan digerin. Malbata Mehmedê Budê dora sala 1900ê zaroyên xwe (bi nave Bapîr, Welîaxa, Mıstefa, Weyis, Qîya 5 lawên xwe hene. Lê em keçan nizanin. (Bapîr û Welîaxa li çîyayê Dizgunê têne kuştin.) girtîyê û hatine, mezra Haysiva Jêrin. Ew der kirîne û têde cîh bûne.

Husê mala Kekil jî demikê li Îsnîs'ê rudine lê dure derbazî gundê Qilxir'ê dibe. Gundê Qilxir'ê wek malê hikumatê dihat hesibandin, kesên ku ji gundên dorê çûne vir, erazî lê hat belavkirin. Husê kekil jî gora hêjmara malbata xwe erazî girt û li Qilxirê runişt. Mala Hisên, Mala Avdila, Mala Welî Îmê Budê û Birayê Hisên, Zilfî Kekil li mezra Budan ya Rîçikê dimînin, lê piştî mirina Zilfî Kekil zarokên wî jî gund terikandın u çûn Stenbolê.

Sê lawên Îmê Velî Budê jî (Hisên, Zilfî, Mehmet) sala 1951 de ji Budan bardikin terin Goma Golortê, goma Îbrahîmê Gêdug (Gom girêdayîyê gundê Mastan e) Piştî çend salan li vir ziraat dikin heywan xwedî dikin aborîya xwe xurtdikin,1964 de terin li gundê Kotarîc ê erazî digirin û li wê cîh dibin. Îro jî li Gunde Kotarîcê erazî û malên xwe hene jî, zarokên wan ber rewşa Tirkîya yê ya sîyasî mecbur mane li hemû Ewrupayê belav bune. Piranîya wan li Londrayê ne. Lawê Îmê Welî  Hesen jî tere li gundê Depê, Qerepinar ê cîh dibe, nuha jî mala wî li hindirê Depê- Qereqoçanêye.[2]  Ji Mala Avdilê du bira hebûn, Îsmaîl û Hesen. Îsmaîl li gund mir, bê zarok bû. Hesên jî zarokên xwe li Stenbolê ne. Ya ku dereng mezra Budan terikand mala Hisên bû. Lawê wî îbrahîm heta 1984 an li mezra Budan berxwe da, lê dure wî jî gund terikand çû Stenbolê cem lawê xwe Qasim. Niha mezra Budan ya ku girêdayêyê gundê Rîçikê ye, xirabeye. Sala 2018 de Dizgunê lawê Zilfî Kekil çû li Budan xwe re xanîk ava kir.

   Sala 1934 an de li Tirkîyê qanuna ji xwe re paşnav girtinê derdikeve, malbata Budê sê paşnavan dibêjêrin, Budak, Çîçek û Uslu.

   Ji malbata Alî Axa qismek li mezra Haysiva Jêrin- Sîngê Kovê yên din jî li mezra Gundê jorin jîyane. Gundê jorin jî ser bilindahîyekê ava bûye, 7, 8 (heft, heyşt) mal bûne, ew jî ji eqrebeyîn wan bûne. Îro jî xirabeyên vî gundî dide xuyakirin ku avahî ji Kevir û kerpîçan hatîye avakirin, qatê binî ji bona girtîyên ku di şeran de dîl hatine girtin re wek zîndan karanîne.  

     Xwedîyê Kevn a mezra Haysivê Mala Alî Axa ji eşîra Şadîyan e. Malbat dewlemend û xwedî hêz e. Gundên cîran ji wan ditirsin. Rojekê esp û dewarên gundê Mankiragê dikeve nav êkina mala Alî Axa. Ew jî heyvanên wan dikin axurê xwe û nadin xwedîyan. Bona ku gundî ji wan ditirsin, xwîşka Hamlî Axa ku li Mankiragê mêr kirîye wek navbeyîncî dişinin Haysivê ku heywanan bîne. Lê mala Alî Axa ji zeyîya xwe re jî gotinên grab dibêjin û bê heywan ji mal dişînin. Xweşka Hamlî Axa dibêje ''mala bavê min heyvan şunda nedan, serda jî li min heqeret kirin. Çûyîna min tu fayda xwe nebû.''Gundîyan himber mala bavê xwe tuj dike. Piştî vê buyerê eşîra İzolan li hev dicivin, di nava xwe de hin gengeşîyê-guftûgo dikin û êrîş dibin ser mala Alî Axa.

Di vê êrîşê de yên ku dikevin dest têne kuştin. Xortek bi navê Elîbeg, çekê jinan li xwe kirîye dixwaze bazde, wi ji digirin. Xort ji bona berdewamkirina nîjadê xwe daxwaza efukirinê dike, ema ew jî tê kuştin.

Gundê Haysivê, malen ku li dîyarî Sîngê Kovê ne hemû têne şewitandin. Îro jî li wan cîyan meriv erdê piçikê bikole, rastî bermayîyî şewatê tê. Lorandina (lawek, lawij) ku bi Kurdî û bi navê Haysiva Şewitî li ser şerê nav aşiran hatîye gotin û heta îro hatîye gotin mirovan gelekê xemgîn dike. Lorandina Haysiv Şewitî li Jêr e.

                                  Haysiv Şewitî
Haysivê dipirsî dayê li min, lê hay lê wax, bi dev jêr e
Av jî jê difirî, dayê li min lê hayê mîna kêr e
Malşewıtî Muro siyarê hespê sor û nêr e
Kuda dajoyî mîna cengewar û merxas kî şêr e
Ware way li minê, way li minê, way li minê bê kesîyê wax wax..
Way li minê, way li minê, mal maye bê kesîyê way way..

Haysivê dipirsin dayê li min lê hayê, lê wax, cîkî ne pan e
Qolê Hîzolan (îzola ) qolikî pir giran e
(Ji) Mastanê xwa dayê Hulman e,
(Ji) Karê xwa dayê hetta Gazê Xellan e,
Kesik tune xeberekî bide Moxındîy"e, Şîlkê, û dirban e
Bibên qolên Hîzolan agır berdane qonaxa Alî Axa şev saat çaran e
Xelkên we topkirinê, dane ber xwe dibin mina naxirê şivanan e
Hindik kesan jî serê xwa pêçiyaye hember Hîzolan wek kurugan e[3] (wek, mîna kirugan e) olmasin!
Ware way li minê, wax li minê, way li minê bê kesîye way..
Way li minê, way li minê, mal maye, bê kesîyê way way..

Haysiv şewitandin, Haysiv şewitandin pûl bi pûl tew mêrg û kanî
Têda diçêrî, têda diçirî kar û mî, hesp û canî
Lawikî min heye navê xwa Muro ye, bi xwe mala xwa helanî
Haysiv şewitandin dayê li min hetta Bargê
Qol hatiye ser, pîyê Soragê
Ber kirine pezê malê ber çardaxê
Lo lavo Muro ber xwe bide îro,
Sankî bave te şevekî ne ketî ye gerdegê!
De way li minê, wax li minê, way li minê, li minê bê kesi yê way
Way li minê, way li minê, mal maye bê kesîyê ax.

 

 Piştî vê buyerê xwedîyê gund dixwazin Haysivê bifiroşin. Mala Mehemedê Budê gund dikirin, lê li cîyê berê xanîyan ava nakin. Him dibêjin kêç lê pirdibin, him jî dibêjin, qedera cîyê şewitî dikare carek din şewat be. Ji ber wê yekê malan di cîyê îroda avadikin. Piştî şewatê ji xwedîyê gund kesên mayî di xanîyên Gundê Jorin de cîh dibin.

    Mala Budê haysiv girtine lê malbata Alî Axa û Aşîretên pişt wan neheqîyan dikin, gund nadin wan, Gund du-sê caran tê kirîn. Wê deme zêdetir ser soz û bext li hevdikin. Fermî senet sepet tuneye. Him jî wê deme dezgehên dewletê jî li herderê Kurdistanê têkuz nîne.

Piştî şewat û talanê kesên ku li jîyanê mane, li malên xwe yê gundi jorin dimînin.

''Hamlî têra xwe neheq û zorker bûye. Mezinê me digotin, piştî ku me Haysiv kirîye, rojek biharê çirpoz xwe dide çongê merivan, Hamlî bi cotek ga tevî nîr û hevcar di nava axpînan da dajo û tê.

Apê bavê min Weyîs dibîne, lê dengê xwe nake. Hamlî bang dike û dibêje: Weyîs, tu çima dengê xwe nakî, eger ku em bûna, me xwîna hevûdû dirijand.

Weyîs[4], lê vedigerîne, dibêje: Hamlî Axa bila canê te sax be, hesav bike ku em li ber genimin parsekçîyek[5] hatîye me barek genim dayê.

Hamlî dibêjê "herê lawê Bûdê bi vê binfrehtîya te Haysiv xwar û çû." (Ji Haysivê Heta Stockholmê- Kazim Budak, rûpel/ 11)

   Piştî derba leşkerî ya 12 Îlona 1980 e li mezra Budan- Haysiva Jêrin dewletê pir kes ji xwe re kir hedef. Xwendevanê wê mezrê girtin zîndanan û êşkence kir. Êşkence û zilma ku hate kirin, di dîroka vê mezrê de carek din ne mimkune ku bê dîtin. Ji ber vê yekê netîcên giran hatin holê. Gelek kesî berê xwe da xerîbîyê, li seranserê Tirkîyê û Ewrupê, Swêd, Danîmark, Almanya, Îswîçre, Avusturya Îngîltere, Amerîka û Kanadê belav bûn. Kesên ku gund û axa xwe terikandin dora 25-30 salî ji cîh û warê xwe dur jîyan, nuha jî havîn havînan terin gundê xwe wedigerin. Di vê pêvajoyde xanîyên berê xirabe bûne û li mezra me de tu îşaretên jîyandinê nema bû.

Bizor salên 2000 de rewşa sîyasî piçkê nerm bu, vegera gundan destpêkir. Gel nermbûna sîyasî firsend dît û vegerîya gundê xwe, xirabêyên xwe serast kirin, malên nu avakirin. Me biran jî firsenda vegerê dît û vegerîn mezra xwe. Bi alîkarîya birazîyê me Arşîtek&mîmar Zana Budak li gund xanîkî nu ava kir. Dîsa tornê Apê Qîya zarokên Bayrem û Adilê lawê Hisên jî xwe re xanî avakirin. Haysiv hedî hêdî şên dibe.

Pêvajoya aşitîyê ku dewleta Tirk jarkir şûnda carek din girtin û kuştina kurdan vegera gundan da rawestin. Îro jî polîtîka dewleta Tirk a hemberî gelê Kurd hişk e, vegera gundan kete astengîyê. Dîsa tade û zilm girtin êşkence li Kurdistanê berdevam e.

  Kekê me yê mezin Mistefa (Apê Selîm) 1984 an de li Swêd ê çû ser dilovanîya xwe. Ji Mistefê û Xanima wî Şadîyeyê sê (3) lav û du (2) keçên xwe hene. Bi arîkarîya lavê wan Mîmar Zana ji mera xanîyekî nu hate avakirin. Me piştî 24 salan bilêtên vegerê girtîbûn ku herin welatê xwe, Lê mirin û qezayên ku ser malbatê de hatin, heves û şahîya me di bin sîya xwede hiştin. me mîmar Zana di qezayek trafîqê de wenda kir. A nuha li Haysivê ji bona nuva kirina jîyanek nu mala me ya heyî ji Zana û Kekê me Kazim dîyarîye, em spasdarên wanin.

    Dewleta Tirk tu wext nehişt ku em li Haysivê bextewar bijîn. Li wir daxwaza me, ya jîyanek aşitîxwaz û aram wek gundên Kurdistanê yên din Dewleta dagirker her tim nerehet kir. Hêvî dikim nifşên me yê hatî bikarin ji dewleta dagirker û zilumkar hesav bipirsin û azad bijîn. 2020.05.08

    Dîyar BUDAK                                

  Bu yazı 5498 defa okunmuştur.

  YORUMLAR 0 Yorum YORUM YAP

Bu Yazı'ya ilk yorum yapan siz olun.

  FACEBOOK YORUM

Yorum

  YAZARIN DİĞER YAZILARI

☁️
--°

  BİZİ TAKİP EDİN

  • ÇOK OKUNANLAR

      SON YORUMLAR

    PUAN DURUMU

    # Takım O G B M A Y AV P
    1Galatasaray7511--516
    2Beşiktaş7502--815
    3Amed7421--814
    4Fenerbahçe7412--1313
    5Trabzonspor7412--1113
    6Alanyaspor7331--212
    7Kocaelispor7403--212
    8Çorum FK7313--410
    9Kasımpaşa7241--010
    10Rizespor7313---210
    11Başakşehir7223---18
    12Gaziantep FK7223---38
    13Gençlerbirliği S.K.7223---88
    14Erzurumspor FK7223---88
    15Göztepe7133--06
    16Konyaspor7124---45
    17Samsunspor7115---94
    18Eyüpspor7106---183
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    16 Ekim, CumaÇorum FK20:00Rizespor
    17 Ekim, CumartesiErzurumspor FK13:30Eyüpspor
    17 Ekim, CumartesiGençlerbirliği S.K.16:00Galatasaray
    17 Ekim, CumartesiAmed16:00Konyaspor
    17 Ekim, CumartesiFenerbahçe19:00Alanyaspor
    18 Ekim, PazarKasımpaşa13:30Samsunspor
    18 Ekim, PazarKocaelispor16:00Göztepe
    18 Ekim, PazarBaşakşehir19:00Gaziantep FK
    19 Ekim, PazartesiTrabzonspor20:00Beşiktaş
    # Takım O G B M A Y AV P
    1Kayserispor10811--1725
    2Iğdır FK10622--620
    3Bursaspor9612--819
    4Batman Petrolspor10613--319
    5Keçiörengücü10451--917
    6Mardin 19699432--515
    7Sarıyer10433---115
    8Antalyaspor10505---215
    9Bandırmaspor10352--914
    10Fatih Karagümrük9342--113
    11Sivasspor10262--112
    12Muğlaspor9261--112
    13Bodrum FK10253--211
    14Pendikspor10244---710
    15Manisa F.K.9234---19
    16Esenler Erokspor9153---58
    17Ümraniyespor9144---37
    18Vanspor FK10235---107
    19İstanbulspor10127---155
    20Boluspor9018---181
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    13 Ekim, SalıBandırmaspor1-1Sivasspor
    13 Ekim, SalıSarıyer1-4Bodrum FK
    13 Ekim, SalıPendikspor1-2Vanspor FK
    DünBatman Petrolspor4-2İstanbulspor
    DünAntalyaspor0-4Kayserispor
    DünKeçiörengücü0-0Iğdır FK
    DünÜmraniyespor0-1Boluspor
    BugünMardin 196917:00Fatih Karagümrük
    BugünManisa F.K.20:00Esenler Erokspor
    BugünMuğlaspor20:00Bursaspor
    # Takım O G B M A Y AV P
    1Muş Sport Klübü6510--916
    2Aliağa FAŞ6501--415
    3Elazığspor6411--1113
    4Güzide Gebzespor6330--412
    5Çorluspor 19476312--510
    6İnegöl Kafkas Gençlik6312--310
    7Isparta 32 Spor6312--110
    8Şanlıurfaspor6231--19
    9Menemen FK6303---19
    10Erbaaspor6213--07
    11Somaspor5212---27
    1268 Aksaray Belediyespor6132--16
    13Ankaraspor6204---46
    14Kastamonuspor6204---103
    15Sebat Gençlikspor5023---42
    16Arnavutköy Belediyespor6006---100
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    17 Ekim, CumartesiElazığspor19:00Arnavutköy Belediyespor
    17 Ekim, CumartesiMenemen FK19:00Güzide Gebzespor
    17 Ekim, CumartesiŞanlıurfaspor19:00Hatayspor
    18 Ekim, PazarKastamonuspor14:30Isparta 32 Spor
    68 Aksaray BelediyesporErbaaspor14:30Çorluspor 1947
    68 Aksaray Belediyesporİnegöl Kafkas Gençlik15:00Sebat Gençlikspor
    68 Aksaray BelediyesporMuş Sport Klübü19:00Ankaraspor
    68 Aksaray BelediyesporSomaspor19:00Aliağa FAŞ
    # Takım O G B M A Y AV P
    1Yeşilyurt Belediyespor6600--2318
    2Talasgücü Belediyespor6510--1016
    3Bitlis Özgüzelderespor6501--1215
    4Niğde Belediyesispor6501--1015
    5Karaköprü Belediyespor6501--915
    6Mazıdağı Fosfatspor6420--914
    7Kırşehir Belediyespor6411--1513
    8Ağrı 19706222--08
    9Kırıkkale Büyük Anadolu6213---17
    10Silifke Belediyespor6213---37
    11Adana Adaletgucu6204---36
    12Osmaniyespor6204---56
    13Yeni Mersin Idmanyurdu6204---56
    14Karaman FK6204---96
    15Yozgat Bld Bozokspor6114---154
    16Diyarbekirspor6015---71
    17Yeni Malatyaspor6006---180
    18Adanaspor6006---220
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    17 Ekim, CumartesiYeni Malatyaspor14:00Mazıdağı Fosfatspor
    17 Ekim, CumartesiBitlis Özgüzelderespor14:00Yeşilyurt Belediyespor
    17 Ekim, CumartesiAdanaspor14:30Yeni Mersin Idmanyurdu
    17 Ekim, CumartesiSilifke Belediyespor14:30Karaköprü Belediyespor
    18 Ekim, PazarAğrı 197014:00Kırıkkale Büyük Anadolu
    18 Ekim, PazarKırşehir Belediyespor14:30Niğde Belediyesispor
    18 Ekim, PazarKaraman FK14:30Adana Adaletgucu
    18 Ekim, PazarOsmaniyespor14:30Diyarbekirspor
    18 Ekim, PazarYozgat Bld Bozokspor19:00Talasgücü Belediyespor
    Son güncelleme: 15.10.2026 05:51:35