Diyar BUDAK

Azadbûna BAŞÛR û BARZANî

Diyar BUDAK
  02-02-2022 12:00:00

Diyar Budak

(Beşa yekem)

Dawîya meha 11 an sala 2021 an da min ji şîrketa teyerê bilêtek girt û berê xwe da axa Başûrê Kurdistan. Axa ku bi xwîna hezaran hatîye avdan, bi êş bi jan hatîye hesilandin. Ji Londrê du hevalên din jî tevî min bûn. Berê balafirê rîya xwe li Vîyanê xist dû ra berbi Hewlêrê-Erbîlê rê ket. Hewlêrê-Erbîlê, ango paytexta welatê min a ku nû azad bûye.

Ma dikare meriv te nebîne jî bibe evîndara te? Dive, berê ku min tu nedîtibû jî ji te pir hezdikir. Piştî ku min tu dîtî, mirov nikare şirove bike hezkirina te. Di nava xwe da min ser û bin bûnek derbazkir. Dema ku balafir ji bilindîya xw dadiket min erd û bajar dît heyecana min zêdetir dibû.  

Hewlêr; paytexta welatê min a xweşik. Welatê ku min gumandikir ku wenda kirîye, evîna min a platonîk. Bajarê şaristanîyê ya hezaran salan sembola azadî û berxwedanê.

Hewlêr paytexta welatê min hejar tu yek ji çar branî. Ya herî xweştirî ku îro te qeyd û bendên xwe qetandine. Qamişloka rengîn dest li ber guhe li benda rojên xweştir e. Mahabad û Amed li hêvîya me ne.

Ronahîya roja êvarê bi hemû sorbûna xwe daye çîyayê Kurdistanê. Çirûskên rojê ji pênçirên balafirê rûyê me germ dike, tu dibê ew xêrhatinê li me dike. Mirov dema wana ji ji bilindahîyê temaşe dike û dibîne ezman çiqasî zelal û ronîye. Bi nizimbûna balafir bajar û banî hîn xweştir xuya dike. Lê ew hemû avayî ku berve me bilind bûne, bajarê Amedê tîne bîra min. Balafir hêdî hêdî nizm bû- nêzikî erdê bû û nerm daket. Dolavên wê bi daketinek nermî danîn ser hêvirgeha Hewlerê. Em ji qontrola pasaport derbaz bûn. Heval F. Bedirxan li benda me bû. Wî xêrhatinek germ li me kir û em hemû bi hevra ji balafirgehê derketin û ber bi trêmbêlan diçûn ku, hevalek ji me daket ser çokan ku axa Kurdistanê maç bike. Lê me jê ra got ew der ne ax e, beton e. Bersiva ku wî da me, gelo çi ferq heye “welatê me her derê wê pîroz e.”  Zêde wext derbaz nebû, em li otela xwe peya bûn. Tevî ku em gelek westîya bû, lê me çenteyên xwe li otelê danîn û berê xwe da nava bajêr, me dixwest li bajêr bigerin, bêhna welat bikişînin nava xwe. Ew cara pêşin bu ku -bê tirsê -polês û leşkeran di welatê azad da azad digerîyan. Hesteke şadî û dilxweşî ketibû nava min û bi lehzekê gotinek tê ser zimanê min.

Ey azadî, tu çiqasî bedêl giranî, lê ewqas jî qedirbilind û buhayî. Ji bo ku te dest bixin çi cangorî dibe. Cend sal berê- ez hatim Îngîlzstanê. Piştî hatina xwe çend mehe buhorîbûn an na min Kekê xwe yê mezin Apê Selîm ango Mistefa Budak û du wî ra jî bavê xwe wenda kir. Di salên dûr û dirêj da her weha gelek heval û hevrê bê ku van rojana bibînin ji nav me çûn. Lê îro ez hebûna wan li ba xwe hîs dikim. Nişkeva gotinek bavê min hate bîra min. Rojek havînê li gund em li ber zevîya genim bûn. Bavê min digot; „Barzanî, Barzanî te ji me ra Azadî anî”

Şev dereng dor kathejmar du da çûme nav nivînan. Lê kelecana min her berdewam bû. Şev kêm zêde çi çûbû nizanim, lê bi maçkirina bavê xwe şîyar bûm. Dema min dît ew xewne, ez mîna zarokekê xemgîn bûm. Min got xwezî ew lahze rast bûna. Ew cara duyem bû ku min van salên dawîyê de bavê xwe di xwena xwe da didît. Beyanî zû bi bangdana mille ji xewa şîrin hîşyar bûm. Di pençerê da mêzekir. Çirûskên rojê şevqa xwe dabû Hewlêr a rengîn. Karkerên şaredarîyê gezikvanan kuçe û kolan paqiş dikirin û dukandaran derê dukanên xwe vedikirin. Bi min gelek girîng bû ku ez îro zu destpêka roja xwe bikim. Axa û hewa wî bajar li min nas dihat. Mîna ku tu dibê min va hemu berê de dîtîbe. Hemû tişt mîna du perçê sêv, an jî du zarokên cêwî, li dişibîyan hev, va dera û axa ku ez lê bibûm. Çîroka çar biran ku bi zorê ji hev weqetan û kurmarî (ewlatlik) dane neyaran hate bîra min. Wê rojê ez daketim çarşîyê û min hinek pêwîstîyên xwe kirîn û dûre me berê xwe da cîyê ku çiruskên  ya netewperwerîyê di wî parçe de vêketî bû, Ocaxa Barzanîyê nemir.

Bi rê da car hebû dehl û gelîyên asê, car hebû çîyayên serbilind hevaltîya me dikirin. Kalekî pîr di rêda qala bîranîn xwe yê pêşmergetîyê ji me ra dikir. Wan şax û gelîyan da çawa şer kirîbûn. Bi germî qisedikir. Xuyabû ku ew hemû bûyeran ji nû va dijîya. Di kevîyên rê de tanq û topên şewitî, jengarî û şikestî hebûn. Ew hemû ya leşkerê Seddam Husêîn bû ku di şerê pêşmergede têk çû bûn. Bi nava gelîyek dor bi çîya da me rîya xwe didomand. Dema rêberê me navê çîyan digot, me ew navana di bîranînên xwe da zindî dikirin. Ber ku li ser wan deran xwendî bû, an jî bihîstbû. Çemê Avaşîn, em li kevîya vî çema rawestîyan, me bêhna xwe stand û li wir xwaringeheke xwerinên Kurdî bi lezet tam kir, bi gel şîrina- çemê- zelal- Avaşîn mîna steranekê ber guhê me de diherikî. Qiraxa rê darên hinar, sêv celas û hermîyan pêşwazî li me dikirin.

Li destê çepê rîya me da rûbar diherikî. Gora ku rêberê me ya kal digot, dijmin dixwast ku bendavekê li pêşîya vê avê çêke. Da ku bikarî avê li ser Gelîyê Barzan za bike û gelî ji ortê rake. Lê miraza dijmin tu caran cîh nehat. Bi salan dewera Barzan bi firok, tanq û topan hate bolimbebaran kirin, dewer wêran bû. Ne dar man ne jî ajal tewayî şewitîn. Lê dema ku gelê Kurd vegerî ser axa xwe welat azad bû. Ew der hemû ava bûn. Daristan nû va û ji berê xurttir û geştir bûn, deşt û çîyayên me.

Li gel rêberê me û qiseyên wî yên xweş û xemgîn em gihîştin gundekê rizgarwanên mezin Mistefa Barzanî û lawê wî Îdrîs Barzanî lê vêşartî ne.

Dema em ji basê daketin me rêzik keç û jinên Kurd dît ku hemûyan cilên reş lêbûn. Wan hemûyan jî di şerê Azadîyê de mirovên xwe yê nêzik venda kirîbûn. Bav û birayên xwe xwîşk û dayîkên xwe mêrên xwe wenda kirî bûn. Pêşwazîya wan gelek germ bû. Wan jinên ku tevî gruba me bûn yek û yek bi dilgermî û xemgînî hembêz kirin.

Dest jinan da gul ew li pêşîya me, em bi du wan gîheştin ser gora Barzanî yê nemir. Gor bi diwarek kevir hatî bû dor pêçkirin. Gul û gulîkên ser diwarên goran û firmeskên çavê jinan têkel dibû.

Heta ku Kurd li ser ruyê dinê hebin navê M. Mistefa Barzanî wê her tim zindî bimîne û di şevên tarîde bibe ronî. Her tim hêz û fikir bide keç û lawê kurd.

Li gel siruda netewî- Ey Reqîp ala rengîn bilind dibû, bayekî hênik hestekî xweş dikir nav dil û cergê me.

Ey Kurdistan jiyan bi te xweş e!

1ê Sibatê 2022

  Bu yazı 8644 defa okunmuştur.

  YORUMLAR 0 Yorum YORUM YAP

Bu Yazı'ya ilk yorum yapan siz olun.

  FACEBOOK YORUM

Yorum

  YAZARIN DİĞER YAZILARI

☁️
--°

  BİZİ TAKİP EDİN

  • ÇOK OKUNANLAR

      SON YORUMLAR

    PUAN DURUMU

    # Takım O G B M A Y AV P
    1Amed6411--813
    2Galatasaray6411--313
    3Beşiktaş6402--712
    4Kocaelispor6402--312
    5Alanyaspor6321--211
    6Fenerbahçe6312--1010
    7Trabzonspor6312--810
    8Kasımpaşa6240--210
    9Rizespor6312--110
    10Gaziantep FK6222--08
    11Çorum FK6213--17
    12Başakşehir6213---17
    13Gençlerbirliği S.K.6213---87
    14Erzurumspor FK6213---87
    15Konyaspor6114---44
    16Samsunspor6114---64
    17Göztepe6033---43
    18Eyüpspor6105---143
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    9 Ekim, CumaGalatasaray20:00Kasımpaşa
    10 Ekim, CumartesiGençlerbirliği S.K.13:30Amed
    10 Ekim, CumartesiAlanyaspor16:00Erzurumspor FK
    10 Ekim, CumartesiSamsunspor16:00Trabzonspor
    10 Ekim, CumartesiRizespor19:00Fenerbahçe
    11 Ekim, PazarKonyaspor13:30Başakşehir
    11 Ekim, PazarGaziantep FK16:00Çorum FK
    11 Ekim, PazarBeşiktaş19:00Kocaelispor
    12 Ekim, PazartesiEyüpspor20:00Göztepe
    # Takım O G B M A Y AV P
    1Kayserispor8611--1219
    2Bursaspor8611--919
    3Iğdır FK8512--516
    4Batman Petrolspor8512--216
    5Sarıyer8422--214
    6Keçiörengücü8341--713
    7Mardin 19698332--412
    8Antalyaspor8404--112
    9Fatih Karagümrük8332--112
    10Muğlaspor8251--111
    11Bandırmaspor8242--710
    12Pendikspor8242---310
    13Manisa F.K.8233--09
    14Bodrum FK8152--18
    15Sivasspor8152---28
    16Ümraniyespor8134---36
    17Esenler Erokspor8053---65
    18İstanbulspor8125---125
    19Vanspor FK8134---94
    20Boluspor8017---171
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    9 Ekim, CumaSivasspor17:00Pendikspor
    9 Ekim, CumaBodrum FK17:00Keçiörengücü
    9 Ekim, CumaÜmraniyespor20:00Sarıyer
    9 Ekim, CumaVanspor FK20:00Bandırmaspor
    10 Ekim, CumartesiBoluspor13:30Antalyaspor
    10 Ekim, CumartesiIğdır FK16:00Batman Petrolspor
    10 Ekim, CumartesiKayserispor19:00Manisa F.K.
    10 Ekim, Cumartesiİstanbulspor19:00Esenler Erokspor
    11 Ekim, PazarFatih Karagümrük16:00Muğlaspor
    11 Ekim, PazarBursaspor19:00Mardin 1969
    # Takım O G B M A Y AV P
    1Elazığspor4310--910
    2Muş Sport Klübü4310--710
    3Aliağa FAŞ4301--19
    4Güzide Gebzespor4220--38
    5Çorluspor 19474211--57
    6Erbaaspor4211--37
    7İnegöl Kafkas Gençlik4211--37
    8Somaspor4211--17
    9Menemen FK4202---26
    1068 Aksaray Belediyespor4121--25
    11Şanlıurfaspor4121--05
    12Isparta 32 Spor4112---14
    13Ankaraspor4103---43
    14Sebat Gençlikspor4013---41
    15Arnavutköy Belediyespor4004---80
    16Kastamonuspor4103---100
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    3 Ekim, CumartesiErbaaspor15:00Aliağa FAŞ
    3 Ekim, Cumartesiİnegöl Kafkas Gençlik15:30Muş Sport Klübü
    3 Ekim, CumartesiMenemen FK19:00Adana Demirspor
    3 Ekim, CumartesiIsparta 32 Spor19:00Hatayspor
    3 Ekim, CumartesiSomaspor19:00Sebat Gençlikspor
    4 Ekim, PazarKastamonuspor15:00Arnavutköy Belediyespor
    68 Aksaray BelediyesporElazığspor19:00Çorluspor 1947
    5 Ekim, PazartesiŞanlıurfaspor19:00Güzide Gebzespor
    # Takım O G B M A Y AV P
    1Yeşilyurt Belediyespor4400--1212
    2Niğde Belediyesispor4400--812
    3Karaköprü Belediyespor4400--712
    4Mazıdağı Fosfatspor4310--810
    5Talasgücü Belediyespor4310--310
    6Kırşehir Belediyespor4301--99
    7Bitlis Özgüzelderespor4301--69
    8Adana Adaletgucu4202--56
    9Yeni Mersin Idmanyurdu4202---16
    10Ağrı 19704112---14
    11Silifke Belediyespor4112---34
    12Osmaniyespor4103---43
    13Karaman FK4103---43
    14Yozgat Bld Bozokspor4103---73
    15Kırıkkale Büyük Anadolu4013---51
    16Diyarbekirspor4013---51
    17Yeni Malatyaspor4004---120
    18Adanaspor4004---160
    Tarih Ev Sahibi Saat / Skor Konuk Takım
    3 Ekim, CumartesiYeni Malatyaspor14:30Karaköprü Belediyespor
    3 Ekim, CumartesiAğrı 197014:30Diyarbekirspor
    3 Ekim, CumartesiBitlis Özgüzelderespor14:30Adana Adaletgucu
    3 Ekim, CumartesiAdanaspor15:00Mazıdağı Fosfatspor
    3 Ekim, CumartesiKaraman FK15:00Kırşehir Belediyespor
    3 Ekim, CumartesiKırıkkale Büyük Anadolu15:00Yeni Mersin Idmanyurdu
    3 Ekim, CumartesiOsmaniyespor15:00Talasgücü Belediyespor
    3 Ekim, CumartesiSilifke Belediyespor15:00Niğde Belediyesispor
    3 Ekim, CumartesiYozgat Bld Bozokspor19:00Yeşilyurt Belediyespor
    Son güncelleme: 02.10.2026 03:01:25